Di dîmenên çeteyan de hevkariya DAIŞ û dewleta Tirk a dagirkirina Efrînê

Dîmenek ku bi telefona çeteyekî DAIŞ`ê hatiye kişandin belav bû. Di dîmenê de xuya dibe ku çeteyên DAIŞ’ê di ser Tirkiyê re ber bi Efrînê ve diçin.

Di dîmenên çeteyan de hevkariya DAIŞ û dewleta Tirk a dagirkirina Efrînê
1 îlon, 2019   10:55
EFRÎN

Di dîmenekê de ku nû hate belavkirin, xuya dibe ku bi sedan çeteyên DAIŞ`ê bi rêya Tirkiyê bi armanca pişgiriya dagkirina Efrînê berê xwe didin Efrînê.

Çete 16`ê Şibata 2018`an bi rêya xaka Tirkiyê û bi fermana ji artêşa Tirkiyê ji bo dagirkirina Efrînê derbasî Efrînê bûn.

Li gorî çavkaniyan, dema ku çete li ser rêya Dîlok-Kilîsê bûn, dîmen hatiye kişandin.

Artêşa Tirk a dagirker 20`ê Çileya 2018`an êrîş kir û piştî ku bi deh hezaran ji çeteyên xwe anîn, 18`ê Adara 2018`an Efrîn dagir kir.

(bx)