Rewşenbîrên Efrînê siyasetên AKP‘ê şermezar kirin

Rewşenbîrên herêma Efrînê dagirkirina qeyûman a şaredariyên bajarên mezin ênAmed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê û binçavkirina hevşaredaran şermezar kirin.

Rewşenbîrên Efrînê siyasetên AKP‘ê şermezar kirin
31 tebax, 2019   18:54
ŞEHBA

Rewşenbîrên kantonên Efrîn û Şehbayê li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê hatin ba hev û daxuyaniyek ji bo raya giştî re parve kirin.

Endamên Yekitiya Rewşenbîran Elî Kedro bi zimanê Erebî û Cemîla Mihemed bi zimanê Kurdî dixuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin "AKP‘ê ya polîtîkeyên xwe yên faşîzm ên înkarkirina nirxên civakî û mirojavayê û dijminahiya gelê Kurd û qirkirinê didomîne, îro derbeyek li dijî demokrasiyê pêk anî, hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê destgîr kirin û îradeya kesên ku nûnerên xwe diyar kirine binpê kiriye."

Di daxuyaniyê de diyarkirin ku polîtîkeyên dewleta Tirk wê dewam neke, nemaze ku piştî xetên Socîh derbas kirin û ji gefên wê yên êrîşkirina rojhilatê Firatê re sînor hatin danîn.

Rewşenbîran di daxuyaniya xwe de kiryarên Tirkiyê yên li dijî aştî û ewlehiya navdewletî şermezar kirin û bang li civaka navdewletî û gelê Sûriyê kirin ku helwesta xwe ya li dijî van siyasetan diyar bike.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

ANHA