Li Minbic, Kobanê û Girê Spî bîranîna şehîdan- HATE NÛKIRIN

Bi sedan şêniyên Minbic, Kobanê  û Girê Spî şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn. Di bîranîna li Minbicê de nasnameya 4 şehîdan hate eşkerekirin.

31 tebax, 2019   19:10
NAVENDA NÛÇEYANA

MINBIC

Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Minbicê û şervanên Meclisa Leşkerî şehîdên meha Tebaxê bi merasîmekê hatin bi bîranîn. Bîranîna li goristana şehîdan hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji hêla şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve destpê kir. Piştre berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî, ev tişt anî ziman: "Em bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Şehîd wateya rastîn a nirx û pîvanên ku em ji bo wê kar dikin e. Şehîdan rêya ronahiyê ji  me re xêz kir. Em ê xwedî li şehîdan derkevin û nahêlin tu kes mudexeleyan kar û barên me bike. "

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Çerkes axivî û got: "Bi saya ked û fedekariya ciwanan em li vir kom bûne,  em tekez dikin ku fedekariya şehîdan vala naçin."

Di merasîmê de hevserokê Meclisê Malbatên Şehîdan Mehmûd El-Îdo axivî û diyar kir ku meha Tebaxê mehek bê hempa ye ji ber ku bajarê Minbicê di vê mehê de bi saya zendên hêzên xwe yên leheng ji terora DAIŞ`ê rizgar bû.

Ji aliyê xwe ve bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî jî got: "Ev welat bi saya fedekariyên ciwanên xwe rizgar bû û di stûyê me de emanete. Heta dawiyê em ê şopdarên şehîdan bin û xwîna wan vala naçe."

Piştî axafrinan endama Meclisa Malbatên nasnemaya 4 şehîdên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî ya Minbicê eşkere kir û radestî malbatên wan kir.

Merasîm bi vêxistina mûm li ser gorên şehîdan bi dawî bû.

KOBANÊ

Bi sedanê şêniyên gund û bajarokên Kantona Kobanê li Goristana Şehîdan a Şehîd Dîcle ya li başûrê bajarê Kobanê kom bûn û 140 şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn.

Piştî deqeya rêzgirtin hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivî û got: "Divê em bi rêya ku şehîdan bejirandine xizmeta welatê xwe bikin û hewl bidin armancên şoreşê yên ku şehîdan ji bo  wê canê xwe feda kirine pêk bînin. Divê her endamek vê civakê tê bikoşe, li berxwe bide û destkeftiyên ku bi fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.

Di dawiyê de şêniyan mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

GIRÊ SPÎ

Şêniyên kantona Girê Spî jî bi merasîmekê şehîdên meha Tebaxê li goristana Şehîd Mehmûd Tûmê ya li gundê Tenhûza ya rojavayê bajêr bi bîr anîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Girê Spî Hesen Mûş ş Hevseroka Komîteya Giştî ya Şopandinê ya Kantona Girê Spî Fadiya Şerîf axivî.

Kesên axivîn diyar kirin ku bi saya şehîdan ewlehî li herêmê pêk hatiye. Her wiha destnîşan kirin ku gefên dewleta Tirk îradeya gelê ku şopdarê xeta şehîdên xwe ye têk nabe.

Şêniyan mûm li ser gorên şehîdan pêxistin û dirûşmên "Şehîd namirin" berz kirin.

(şx)

ANHA