Şêxê êla Cewala: Nameya Ocalan ji bo me cihê serferaziyê ye

Ji şêxên êla Cewala Ebdulrehman El-Reşîd bal kişand ser nameya dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Nameya Ocalan ji bo me cihê serferaziyê ye û asta têkoşîna xwe mezintir dike."

Şêxê êla Cewala: Nameya Ocalan ji bo me cihê serferaziyê ye
31 tebax, 2019   06:00
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 12‘ê Tebaxê de bi rêya birayê xwe Memet Ocalan nameyek şand. Ocalan di nameya xwe de silav ji gelê Ereb ê Sûriyê re sand. Eşîrên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eleqeyek mezin nîşanî nameya Ocalan dan.

Ji rûspiyên êla Cewala ya li herêma Cizîrê Şêx Ebdulrehman El-Reşîd got: “Nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji êlên Ereb re şandibû tiştek ne xerîb e. Nameya ji rêberekî leheng mîna Ocalan ê ji bo gelê herêmê têdikoşîne cihê serferaziyê ye. Hêzê dide me ku em têkoşîna avakirina jiyaneke azad mezintir bikin."

El-Reşîd diyar kir ku bandora Rêber Ocalan li ser gelên herêmê mezin e û wiha domand: "Tevî tecrîda li ser wî hatiye ferzkirin, lê bi hemû dozên Rojhilata Navîn agahdar e û kilîtên çareseriyê pê re hene. Gelê herêmê hevgirtina ku pîr û kalan li gorî rêgeza netewa demokratîk di navbera pêkhateyên herêmê de ava kirine, parastin.”

El-Reşîd bal kişand ser girîngiya parastina xakê, hevgirtina pêkhateyan û wiha pê de çû: “Hevgirtin erekekî mirovî û exlaqiye ku ji hemû eşîrên Ereb tê xwestin. Me bi pêkhateyên din re ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk ji bo tevahî sûriyan gelek qurbanî dan. Em di têkoşîna xwe de berdewam in."

Şêx Ebdulrehman El-Reşîd spasiya Ocalan kir û got: “Divê êlên Ereb li pişt hêzên xwe yên leşkerî bin û yekîtiya xaka Sûriyê biparêzin.”

(bb/bm)

ANHA