Li Helebê pêşbirka bezê

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya şaxê Helebê bi armanca ku ciwanan teşwîqî werzîşê bikin pêşbirkeke bezê organîze kir.

Li Helebê pêşbirka bezê
Li Helebê pêşbirka bezê
Li Helebê pêşbirka bezê
Li Helebê pêşbirka bezê
Li Helebê pêşbirka bezê
30 tebax, 2019   17:01
HELEB

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi mebesta ku ciwan teşwîqî werzîşê bikin, îro bi beşdarbûna 20 ciwanan pêşbireke bezê li dar xist.

Ciwanên tevlî pêşbirkê bibûn ji ber kolana 20‘an a taxa Şêxmeqsûd heta Navenda Ciwanên Şoreşger a heman taxê  bi dirêjahiya 1 km beziyan.

Di dawiya pêşbirkê de Ebdo Ebdo asta yekemîn, Mihemed Hemkê asta duyemîn û Elî Remzî di asta sêyemîn de biser ketin. Rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê spasname diyarî hersê kesên bi serketin kirin. Ciwanên di asta çaremîn, pênçemîn û şeşemîn de jî biser ketin medalî li wan hatin belavkirin.

Hevserokê Yekitiya Werzîşê ya Helebê Ebdo Mihemed diyar kir ku armanca wan ji vê çalakiyê ew e ku ciwan ji şaştiyan dûr bikin û rêya ku sûdê jê bigirê nîşanî wan bidin. Ebdo anî ziman ku çalakiyên wan ên bi vî awayî berdewam in.

ANHA