Li Helebê herêma barkirinê hat avakirin

Komîteya Pispor û Pîşekaran li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo hêsankirina şandina baran ji derve re herêmek ava kir.

Li Helebê herêma barkirinê hat avakirin
Li Helebê herêma barkirinê hat avakirin
Li Helebê herêma barkirinê hat avakirin
30 tebax, 2019   10:39
HELEB

Komîteya Pispor û Pîşekaran piştî pispor û bazirgan vegeriyan karê xwe û bi dehan dikanên pîşesazî û kargeh li herêma Şeqeyif a bajarê Helebê hatin vekirin, herêmek ji bo barkirina baran ava kir.

Ev yek li ser xwesteka xwediyên dikanan û bazirganan hat da ku karê barkirinê û veguhastina bar ber bi parêzgeh û bajarên din ên Sûriyê û derve ve pêk bê û 20 buro li herêmê hatin avakirin.

Ji rêveberên Komîteya Pispor û Pîşekaran a herêma Şiqeyif Mahir Mehmûd diyar kir ku xwediyên dikanên pîşesaziyê bi bazirganan re ketine nava koordînasyonê da ku veguhastina bar ji Helebê ber bi Minbic, Qamişlo û herêmên din ên Sûriyê ve hêsan bibe.

Mehmûd destnîşan kir ku ev yek ji bo pispor, bazirgan û pîşekaran re girîng e.

ANHA