Gefên dagirkeriya Tirk li Dêrazorê hatin şermezarkirin

Bi sedan şêniyên bejarokê Siwer ê gundewarê bakurê Dêrazorê bi meşeke girseyî gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Gefên dagirkeriya Tirk li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Gefên dagirkeriya Tirk li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Gefên dagirkeriya Tirk li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Gefên dagirkeriya Tirk li Dêrazorê hatin şermezarkirin
29 tebax, 2019   14:33
DÊRAZOR

Endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, rûspî û şêxên êlan, şervanên QSD’ê, endamên Mala Jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Jin) û endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û şêniyên ji deverên derdora bajarokê Siwêrê hatibş beşdarî meşê  bûn.

Girseya şêniyan ji têketina bajarokê Siwer ber bi kolanên bajarok ve deset bi meşê kirin. Şêniyan wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsîn "Na ji gefên Tirkiyê re" û "Yek welat...yek gel...yek dil" hilda bûn  û diruşmên şermezarkirin û redkirina gefên Tirkiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berz kirin.

Meş li qadeke bajarokê rawestiya. Piştre bi navê meclisên gel ên Bakur û Naverast Abdulwehab El-Hemade axivî û wiha got: "Gelê Sûriyê hevgirtî ye û gefên derve yên bi armancên tevliheviya ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, red dikin."

Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Tirkî Celal tekez kir: "Gel heta rizgarkirina tevahî xak dagirkirî, li pey rêça şehîdan e."

Li aliyekî dîtir jî bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ehmed Casim El-Hemed wiha diyar kir: "Pêwîstî bi çareseriyeke siyasî bi rêya diyalogê û redkirina siyaseta dijminatiyê û gefên Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê heye."

Dûvre bi navê Mala Jinan Fatme Husên da zanîn: "Divê bi yek rêzê li beramber dagirkeriya Tirk û têkbirina planên mêtîngerî û dagirkirina ku hewl dide bi bihaneya avakirina herêma "ewle" pêk bîne, bisekinin."

Fatme Husên di dawiyê de bang li civaka navdewletî û raya giştî kir ku binpêkirinên Tirkiyê yên derqaûnî bi mafê xaka Sûriyê û gelê wê rawestînin û der barê kiryarên li Efrînê û herêmên Sûriyê de pêk anîne, lêpirsîn bikin."

Mîtîng bi diruşmên yektiya xak, gelê Sûriyê û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bû.

(fr)

ANHA