Keştiya Îranê derbasî Tirkiyê bû û dê barê xwe li Mêrsînê vala bike

Îro dezgehên çapemeniya Rûsya diyar kir ku keşteya Îranê" Adrian Daria" ku berê bi navê "Giras 1" dihate naskirin, derbasî deryara herêmî ya Tirkiyê bû. Di vê derbarê de ajansa Sputnîkê ya Rûsya diyar kir ku dê keşte barê xwe li bendera Mêrsînê ya Tirkiyê vala bike.

Keştiya Îranê derbasî Tirkiyê bû û dê barê xwe li Mêrsînê vala bike
29 tebax, 2019   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Keştiya Îranê ya Adrian Daria ku berê bi navê"Girês1" dihate naskirin, ber bi Tirkiyê ve çû, di vê derbarê ajansa The Associated Press diyar kir ku taximê keşteyê rêgeha xwe ber bi bendara Mêrsîna Tirkiyê ve guherî. Tê zanîn ku keştiya Îranê di 24`ê Tebaxê de zêdetirî mehekê li Cebel Tariq hatibû girtin.

Ajansa Sputik tekez kir ku keşte dê barê xwe li bendera Mêrsînê ya Tirkiyê vala bike.

Girtine bi hefteyan û gefê Amerîkayê

Keştiya Adrian Daria bi gumana binpêkirinên cezayên Yekitiya Ewropayê der basê Sûriyê de ku texmîn dikirin petrol ber bi Sûriyê ve dişîne, çend hefteyan  ji aliyê desthilatiyên Cebel Tariq ve hate girtin.

DYA`yê hefteya derbasbûyî hişyariya alîkariya dewletan ji keşteyê re kir, her wiha Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê tekez kir ku alîkariya keştiya Îranê ku ji beravên Cebel Tariq ve derketiye, wê wekî ku desteka"Komên Terorîstan"were dîtin.

Desthilatên Cebel Tariq biryara serbestberdana keştiya Îranê ku ji 4`ê ve Tebaxê de hatibû girtin, tevî ku Amerîkayê banga desteserkirinê kiribû, di 15`ê Tebaxê de da.

Ji aliyekî din ve jî, agahî hatin belavkirin ku wê keştî berê xwe bide Yûnanê, lê keştiyê ev yek red kir û Cîgirê Wezîra Darayî ya Yûnanê diyar kir  ku keştiya Îranê ku bi sedema wê di navbera Tehran, Washington û Lundonê alozî derket, nikare rêgeha xwe ya li Yunanê diyar bike.  

Di vê derbarê de wezîr Miltiadis Farfitsiotis got: "Barê keştiyê zêde giran e ku 130 hezar ton e û nikare derbasî rêgehên Yûnanê bibe."

Her wiha hikumeta Yûnanê ji aliyê desthilatên Amerîkayê ji ber keştiyê rastî fîşarê hat û nameyek şand ku çi dibe bila bibe,  naxwaze neftê ji Sûriyê re bişîne.

(eh)