‘Çareseriya aloziyan girêdayî tecrîdê ye’

Parêzer Hîşam Ehmed tekez kir ku çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn girêdayî rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Armanca serdanên ku car car bi Ocalan re tên kirin jî sivikkirina fişara gelêrî ya li ser dewleta Tirk e.”

‘Çareseriya aloziyan girêdayî tecrîdê ye’
27 tebax, 2019   04:35
HELEB - ARIF SILÊMAN

Dewleta Tirk a dagirker ev 9 sale tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye.

Piştî berxwedana girtiyan û grevên birçîbûnê, fişar li ser Tirkiyê çêkir. Bi wê re jî car car dema dewleta Tirk dikeve tengasiyê rê dide ku hin hevdîtin pêk bên.

Di vê çarçoveyê de parêzer Hîşam Ehmed got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 21 sale di girtîgeha Îmraliyê de ye. Tirkiyê ji 2015’an ve tecrîda girankirî li ser Ocalan ferz kiriye, nahêle parêzer û malbat serdan bikin û rewşa tendirustiya rêbertî binasin."

Ehmed diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Ocalan kiryarên dermirovî û ne exlaqî ye. Ehmed got: “Hedefa tecrîdê qirkirina gelê Kurd e.”

Ehmed tekez kir ku çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn girêdayî rakirina tecrîda li dijî Ocalan e û wiha got: “Rakirina tecrîdê garantiya çareserkirina aloziyên li Rojhilata Navîn û tevahî gelan e. Kêmserdanên Îmraliyê jî nayê wateya rakirina tecrîdê. Hedefa Tirkiyê bi van serdanan sivikkirina fişara gel e."

Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk qanûnê navdewletî û mafên mirovahiyê bin pê dike. Mafê her girtiyekê/î heye ku malbat û parêzerên xwe bibinin. Lê dewleta Tirk qanûnên navdewletî û mafên mirovan bin pê dike."

(fr/bm)

ANHA