Balafirên ne diyar Heşdî El-Şebî kirin hedef

Desteya Heşdî El-Şebî îro ragihand ku du endamên wê di topbarana balafirên ne diyar a li eyaleta El-Qaêm li bakur rojavayê Bexdayê nêzî sînorên Sûriyê hatine kuştin û hindek din jî birîndar bûne.

Balafirên ne diyar Heşdî El-Şebî kirin hedef
25 tebax, 2019   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya lîwaya 45 a Heşdî El-Şebî bibîr xist ku balafiran depoyên cebilxaneyê kirine hedef.

Her wiha di dauxuyaniyê de hate diyarkirin ku fermendariya operasyonên El-Cezîre ya girêdayî desteya Heşdî El-Şebî destnîşan kir ku ev balafir depoyên cabilxane yên girêdayî lîwa 45 li eyaleta El-Qaêm topbaran kirine û hîna li dora beşên wê difirin.

(şx)