Li Dêrazorê stasiyona dabînkirina ava vexwarinê hat vekirin

Îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê stasiyona "ava Sor" ku dê avê ji 200 hezar şêniyên Dêrazorê re dabîn bike, vekir.

Li Dêrazorê stasiyona dabînkirina ava vexwarinê hat vekirin
Li Dêrazorê stasiyona dabînkirina ava vexwarinê hat vekirin
Li Dêrazorê stasiyona dabînkirina ava vexwarinê hat vekirin
Li Dêrazorê stasiyona dabînkirina ava vexwarinê hat vekirin
Li Dêrazorê stasiyona dabînkirina ava vexwarinê hat vekirin
25 tebax, 2019   18:34
DÊRAZOR

Îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê stasiyona "ava Sor" ku dê avê ji 200 hezar şêniyên Dêrazorê re dabîn bike, vekir.Bi vê boneyê, merasîma vekirina stasiyona bajarokê Sor ê bakurê Dêrazorê bi beşdariya endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Desteya Aborî, rêveberiyên Meclisa Rêveber û Qanûnsaz, nûnerê Koalîsyona Navdewletî, rûspî û şêxên êlan û şêniyên bajarokê Sor hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê bijîşk Xesan Yûsiv axivî û wiha got: "Piştî ragihandina serkeftina li dijî rêxistina terorîsta DAIŞ’ê, Rêveberiya Sivîl a Herêma Dêrazorê dest bi jinûveavakirina binesaziya wêrankirî kir. Îro jî di tevahî aliyên siyasî, aborî û xizmetguzariyê de dixebitin. Di heman wextê de jî çekê hildigirin û şerê şaneyên razayî yên DAIŞ’ê û aliyên ku gefan li ewlehî û aramiya me dixwin, dikin."

Dûvre rêveberê Meclisa Qanûnsaz Xelef Esed bal kişand ser pêwîstiya sekinandina yekrefiyê li beramber gefên ku destdirêjiyê li ewlehî û armaiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dixwin. Her wiha jî hevserokê Desteya Aborî endazyar Cîhad Lecê diyar kir ku rêveberiya sivîl kedên mezin der barê xizmetguzariyê de pêk tîne û di dawiyê de sapsiya MSD’ê, Kosalîsyona Navdewletî û Rêxistina Projeya Firatê ya piştevaniya bitemamkirina projeyê kir.

Stasiyona ava Sor ji zêdetirî 200 hezar kes re avê dabîn dike. Her wiha ji 16 gund û bajarokan re ji bajarokê Sor heta bakurê Dêrazorê û ber bi bajarokê Megede yê başurê Hesekê ve, avê peyda dike.

(fr)

 ANHA