Şêniyên Helebê li dijî faşîzmê daketin qadan

Li dijî gef û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan malbatên şehîdan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşek li dar xist.

Şêniyên Helebê li dijî faşîzmê daketin qadan
Şêniyên Helebê li dijî faşîzmê daketin qadan
Şêniyên Helebê li dijî faşîzmê daketin qadan
Şêniyên Helebê li dijî faşîzmê daketin qadan
Şêniyên Helebê li dijî faşîzmê daketin qadan
Şêniyên Helebê li dijî faşîzmê daketin qadan
Şêniyên Helebê li dijî faşîzmê daketin qadan
Şêniyên Helebê li dijî faşîzmê daketin qadan
Şêniyên Helebê li dijî faşîzmê daketin qadan
24 tebax, 2019   11:33
HELEB

Li dijî gef û êrîşên dagirkeriya Tirk û di çarçoveya pêngava Koordînasyona Kongreya Star a bi slogan "Welat welatê me ye, na ji dagirkeriya Osmaniyên nû re" bi sedan malbatên şehîdan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşek li dar xist.

Meşê ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û ber bi rojhilatê taxê ve çû. Xwepşandêran wêneyên şehîdan hilgirtin û sloganên "Na ji dagirkeriyê re","Bimire faşîstê Erdogan", "Bijî berxwedana gelan" û "Şehîd namirin" berz kirin.

Paşê beşdar li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û rêz girt. Daxuyaniya Rêveberiya Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan, ji aliyê Kurdistan Alîko ve hate xwendin.

Daxuyaniyê gef û êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Kurdistanê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û desteserkirina desthilata Tirkiyê ji şaredariyên Bakurê Kurdistanê re şermezar kirin.

Daxuyaniyê bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û wiha hate gotin: "Kiryarên dewleta Tirk dermirovî ne û beramberî vê yekê jî bêdengiyeke navdewletî heye û li ser vî esasî faşîzm reftarê xwe dê rewa bibîne û zêdetir binpêkirinan pêk bîne."

Malbatên şehîdan di peyama daxuyaniya xwe de, soza şopandina rêya şehîdan û li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk asta têkoşîna xwe bilintir bikin, da.

Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star Sîham Bîlal axivî û îşaret bi girîngiya çalakiya Kongreya Star kir. Sîham Bîlal got pêngav dê 6 mehan dewam bike û li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê dê bername û çalakiyan li dar bixin, her wiha rola jinan li dijî dagirkeriyê xurttir bikin.

(eh)

ANHA