Hesen Qamişlo: Li ser sînor dê meclisên leşkerî bikevin şûna YPG û YPJ`ê

Yek ji fermandarên QSD’ê Hesen Qamişlo diyar kir meclisên leşkerî yên bajaran dê bikevin şûna YPG û YPJ`ê li ser sînor.

Hesen Qamişlo: Li ser sînor dê meclisên leşkerî bikevin şûna YPG û YPJ`ê
24 tebax, 2019   11:03
HESEKÊ - MÛRADA KENDA – EHMED SEMÎR

Civîna salane ya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li navenda Fermandariya QSD`ê ya li bajarê Hesekê dewam dike.

Ji fermandarên QSD`ê Hesen Qamişlo ku di civînê de amade bû, ji ajansa me re axivî û got: “Îro dê meclisên bajaran bikevin şûna YPG/YPJ’ê li Serêkaniyê û Girê Spî bi kûrahiya 5 km’yan.”

Qamişlo anî ziman ku QSD’Ê pêvajoyeke gelekî girîng derbas kir û got: “Di vê pêvajoyê de kemasî hebûn û me nikarîbû ku şeklê dawî ji QSD’ê re bidin avakirin. Piştî têkbirina DAIŞ’ê derfetên me ji bo dayîna şeklê QSD’ê yê dawîn çêbûn. Di jêr de meclisên bajar û herêman hatin avakirin. QSD jî ji niha û şûnve bi hemû pêkhateyên xwe û hemû hêzên ku tev lê bûnê, pêvajoya dawîn a qonaxa birêxistinkirinê, rêzikname û hemû şêwazên birêxistinkiri êdî şeklê dawîn ava bikin.”

Qamişlo diyar kir ku qirkirina ku li Efrînê tê meşandin, dewleta Tirk dixwaze dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bide meşandin û got: “Xetereya mezin a dewleta Tirk li ser me heye. Wek QSD em bi guftûgoyan re ne.  Hewldanên ku ji destê me ji bo çareseriyê çi qas bê em ê bi erkên xwe rabin û em hêvîdar in ku ew jî ji bo çareseriyê tev bigerin.”

Qamişlo destnîşan kir ku meclisên leşkerî yên herêmî mekanîzmayek e û got: “Mekanîzmaya me ya esasî baweriya gel, meclisên leşkerî yên sînor û hebûna hêzên navneteweyî garantiya li dijî êrîşên dewleta Tirk e.” 

Qamişlo di nav axaftinên xwe de agahiyek girîng ji me re parve kir û got: “Divê ji îro şûnde meclisên leşkerî yên ku hatine avakirin, li şûna YPG/YPJ`ê li ser sînor cih bigirin. Niha herêmên ku Girê Spî û Serêkaniyê wê kûrahiya 5 km meclisên leşkerî yên bajaran bikevin dewreyê.”

Hesen Qamişlo destnîşan kir ku li gorî çareseriyê dixwazin seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina sînor pêk were û got: “Em hewldana pêşîgirtina êrîşan dikin. Em hewl didin hemû sînorên xwe bixin bin ewlehiyê da ku dewleta Tirk êrîşî me neke. Mafê dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê tune ye.”

ANHA