Malbat ji bo ku biçine Imraliyê serdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Malbat ji bo ku biçine Imraliyê serdan kirin
23 tebax, 2019   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wesiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo ku biçine Imraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.