Li Minbicê turnovaya futbolê ya Şehîd Botan Turkman destpê kir

Îro turnovaya Rêveberiya Sivîl a futbolê bi navê şehîd Botan Turkman di salvegera şehadeta wî ya sêyemîn de destpê kir. Maça destpêkê di navbera Komeleya Turkman û Ewlekariya Hundirîn de bû.

Li Minbicê turnovaya futbolê ya Şehîd Botan Turkman destpê kir
Li Minbicê turnovaya futbolê ya Şehîd Botan Turkman destpê kir
Li Minbicê turnovaya futbolê ya Şehîd Botan Turkman destpê kir
Li Minbicê turnovaya futbolê ya Şehîd Botan Turkman destpê kir
18 tebax, 2019   20:58
MINBIC

Komeleya Turkman a bajarê Minbicê û gundewarê wê, bi koordîneya Yekitiya Werzîşê ya bajêr turnovaya futbolê li stada 15`ê Tebaxê li navenda bajêr li dar xist. 16 tîm ji endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk  a bajarê Minbicê û gundewarê wê tevli turnovayê bûn.

Bi dehan ji şêniyên bajêr, endamên komîte û saziyên girêdayî rêveberiyê tevî malbata şehîd Botan Turkman tevlî turnovayê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre tîma zarokan a kluba Ebû Eyûb berhemek girêdayî hunerên Taykwendo pêşkêş kirin. Piştî wê bavê şehîd Botan Turkman axivî, bi xêrhatine beşdaran kir û spasiya kesên ku turnova li darxistine kir.

Paşê maça yekemîn di navbera Tîma Komeleya Turkman û Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn de destpê kir.

Maç bi encama  4-4 ji her du tîman re bi dawî bû.

Tê destnîşankirin ku maçên turnovayê wê rojane heya dawiya turnovayê li darkevin.

(şx)

ANHA