Hêzên Ewlehiya Hundirîn li Dêrazorê şaneyeke çeteyan girt

Hêzên Ewlehiya Hundirîn li rojhilatê bejahiya Dêrazorê şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê girt, her wiha hêzan, kargeha teqemeniyan dorpêç kir û alavên tê de desteser kirin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn li Dêrazorê şaneyeke çeteyan girt
Hêzên Ewlehiya Hundirîn li Dêrazorê şaneyeke çeteyan girt
Hêzên Ewlehiya Hundirîn li Dêrazorê şaneyeke çeteyan girt
Hêzên Ewlehiya Hundirîn li Dêrazorê şaneyeke çeteyan girt
18 tebax, 2019   06:32
DÊRAZOR

Hêzên Ewlehiya Hundirîn li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ku li herêmê veşartî ne, hewldana têkbirina aramî û ewlehiyê dikin û sivîlan dikin armanc, têkoşîna xwe berdewam dikin.

Hêzên destwerdanê yên Hêzên Ewlehiya Hundirîn duh li herêma El-Besîra ya bejahiya rojhilatê Dêrazorê, şaneyeke DAIŞ`ê girt. Şane ji 6 çeteyan pêk dihat û dema hêzên ewlehiyê liv û tevgera wan şopand û agahî kom kirin, ew girtin.

Di heman demê de Hêzên Ewlehiya Hundirîn li herêmê kargeha çêkirina teqemeniyan dorpêç kir, paşê hemû made desteser kirin û belgeyên bûyerê kom kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn di proseya lêgerîna li şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmê de berdewam in.

(eh)

ANHA