Beriya cejnê li sûkên Dêrazorê tevgera zêde

Şêniyên gundewarên Dêrazorê amadekariyên cenja Qurbanê dikin. Piştî rizgarkirina bajêr ev duyemîn cejn e ku şênî pîroz dikin.

Beriya cejnê li sûkên Dêrazorê tevgera zêde
Beriya cejnê li sûkên Dêrazorê tevgera zêde
Beriya cejnê li sûkên Dêrazorê tevgera zêde
Beriya cejnê li sûkên Dêrazorê tevgera zêde
10 tebax, 2019   11:44
DÊRAZOR

Şêniyên Dêrazorê ji ber dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê ji pîrozkirina cejnan bê par mabûn.

QSD`ê di 23`yê Adara 2019`an de bajarê Dêrazorê rizgar kir û bajar ji tarîtiyê derxistin.

Di êvara cejnê de û bi rewşa aram re, bazar rastî qerebalixa şêniyan a ji bo kirîna kel û pelan hat.

Welatiyê bi navê Kemal Selamê ji bajarokê Cezrat ê rojavayê bejahiya Dêrazorê ye û wiha got: "Bi rasthatina cejna Qurbanê û pêşwazîkirina heciyan re, bazar rastî qerebalixa şêniyan hatiye, em şîraniyê dikirin û wekî ku tê naskirin, em pêşwaziya mêvan û xizmên xwe dikin. Di heman demê de cil û bergên taybet bi cejnê, nexasim ji bo zarokan dikirin."

Her wiha Kemal Selamê bal kişand ser rola Hêzên Ewlehiya Hundirîn di bicihkirina aramî û ewlehiyê de, biryarnameyên têkildarî li dijî ewlehiya li herêmê û danîna bendên kontrolê.

(eh)

ANHA