Cenazeyê şehîd Xalid Hemûd li Serêkaniyê hate veşartin

Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê yê girêdayî kantona Hesekê cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Xalid Hemûd ê ku di 6‘ê Tebaxê 2019’an de li Dêrazorê di dema li ser erka xwe şehîd bûbû, veşart.

Cenazeyê şehîd Xalid Hemûd li Serêkaniyê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid Hemûd li Serêkaniyê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid Hemûd li Serêkaniyê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid Hemûd li Serêkaniyê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid Hemûd li Serêkaniyê hate veşartin
8 tebax, 2019   17:48
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê şehîd Xalid Hemûd ji nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê wergirt û bi peyatî berê xwe da Goridtana Şehîdan a Serêkaniyê ya li bajêr. Li rexê jî diruşmên silavkirina şehîdan berz dan.

Li goristanê, merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û toraneke leşkerî ji hêla YPG û Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Abdulrezaq Mihemed û bi navê hêzên leşkerî birpirsê Têkiliyan ê Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm axivîn.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd xwest û îşaret pê kir ku dewlet Tirk nikare ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û hate gotin:  "Gelên herêmê bi saya zend û israra ciwanan, her wiha bi keda hêzên leşkerî û malbatên şehîdan dê gefên dagirkeran têk bibin."

Kesên axivîn soza şopandina rêça şehîd heta serkeftin û pêkanîna daxwazên têkoşer û şehîdan, da.

Dûvre jî wesîqeya şehîda Xalid Hemûd ji hêla endamê Hêzên Erka Xweparatinê ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenzayê şehîd di nava tilîliyên dayikan û diruşmên silavkirina şehîdan de spart axê.

(fr)

ANHA