Pentagon: DAIŞ ji nû ve li Sûriyê vedigere û li Iraqê jî hêza xwe xurt dike

Çavdêrê giştî yê Wezareta Parastinê ya DYA’yê roja sêşemê bi raporekê diyar kir ku bi vekişandina DYA`yê ji welêt re, DAIŞ dîsa li Sûriyê hewldana zindîbûnê dike û li Iraqê jî hêza  xwe xurttir kir

Pentagon: DAIŞ ji nû ve li Sûriyê vedigere û li Iraqê jî hêza xwe xurt dike
7 tebax, 2019   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rapora Wezareta Parastinê ya DYA’yê (Washington) de wiha hate gotin: "Tevî ku li ser asta herêmî DAIŞ bi bin ket, lê Iraqê dîsa hêza xwe xurt kir û li Sûriyê jî careke din çalakiyên xwe xurt kirin.”

Li gorî raporê ku rojnameya Beyan weşandiye, DAIŞ`ê li her du welatan dikaribû destekê bide operasyonên xwe û yekitiya xwe ava bike. Sedemeke vê yekê jî ji ber ku hêzên herêmî nikarin operasyonên domdar pêk bînin an jî gelek operasyonan di heman demê de pêk bînin û parastina xaka ku dîsa bi dest xistiye, bikin.

Raporê destnîşan kir ku bi vekişandina Washingtonê ji Sûriyê re, DAIŞ`ê xwe dîsa zindî kir.

Tevî ku DAIŞ ji herêmên rojhilatê Sûriyê yên di bin serweriya wê de hate derxistin jî, lê hêj li bajarokên Sûriyê û yên bejahiya rojhilatê Humsê û heta bi sîronê Iraqê belav dibe.

Di 23`yê Adarê de DAIŞ di milê leşkerî de têk çû û şer li rojhilatê Sûriyê bi dawî bû. Paşê QSD`ê pêngaveke nû ji şerê li dijî DAIŞ’ê ragihand ku ew jî bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî re têkoşîna li dijî şaneyên veşartî bû.

Analîzvan û pisporên leşkerî tekez dikin ku têkbirina DAIŞ`ê, nayê wateya ku metirsiya wan bi dawî bûye, di heman demê de dikare şaneyên xwe yên veşartî ji çolistana Sûriyê, li herêmên ku jê hatiye derxistin, tev bigerîne.

(eh)