Li Efrînê leşkerekî Tirk û 2 çete hatin kuştin

Di encama hedefgirtina bendên kontrolê yên hêzên dagirker li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê de, leşkerekî Tirk û 2 çeteyên ku qaşo bi navê Polîsên Leşkerî têne naskirin, hatin kuştin.

Li Efrînê leşkerekî Tirk û 2 çete hatin kuştin
6 tebax, 2019   07:31
EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji gundê Basûtê ji nûçegihanê ajansa me re ragihandine,  êrîş li dijî “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî çeteyên Artêşa Wetenî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker pêk hat.

Çavkanî diyar kir ku êrîşek bi rêya bombeyekê û piştre jî êrîşeke bi çekan pêk hatiye, di encamê de, leşkerekî Tirk û 2 çete hatine kuştin.

Heta niha tu aliyan berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

(kc)

ANHA