Rojnews: Li Xaneqînê teqîn, mirî hene

Li navçeya Xaneqîn bombeyek ku berê hatibû çandin teqiya û di encam de 2 leşkerên Iraqê mirin.

Rojnews: Li Xaneqînê teqîn, mirî hene
6 tebax, 2019   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ku Rojnewsê weşandiye, duh bi şev li gundê Şêrk a dikeve Rojavayê navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyale, mayînek ku berê hatibû çandin bi leşkerên Iraqê ve teqiya. Di encama teqînê de 2 leşkerên Iraqê mirin.

Hêjayî gotinê duh artêşa Iraqê li gundên derdora navçeya Xaneqînê dijî çeteyên DAIŞ operason dabûn destpê kirin. Li gorî agahiyên herêmê, îro jî artêşa Iraqê li herêmê operasyon dane destpê kirin.