Li Serêkaniyê erebeyeke bombebarkirî hate bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Serêkaniyê ya nêzî sînorê Tirkiyê, îro sibehê erebeyeke bombebarkirî ku ji bo teqandinê hatibû amadekirin, bê bandor kir.

Li Serêkaniyê erebeyeke bombebarkirî hate bêbandorkirin
6 tebax, 2019   06:02
HESEKÊ

Li gorî nûçegihanê me ji Serêkaniyê ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn erebeyeke bombebarkirî ji cureya "Van" ku ji bo teqandinê li hundirê bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê hatibû amadekirin, bê bandor kir.

Nûçegihan ku çû cihê erebeyê, diyar kir ku erebe li ser rêya depoyên El-Sefih bû, lê tîmên endizyariyê ew vekirin û bê bandor kirin.

(jo)

ANHA