Di tabloyên xwe de rasteqîniya Şoreşê nîşan dan

Li bajarê Hesekê du birayan di pêşangehekê de tabloyên ên li ser rastî û hêviya Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dan.

Di tabloyên xwe de rasteqîniya Şoreşê nîşan dan
Di tabloyên xwe de rasteqîniya Şoreşê nîşan dan
Di tabloyên xwe de rasteqîniya Şoreşê nîşan dan
Di tabloyên xwe de rasteqîniya Şoreşê nîşan dan
Di tabloyên xwe de rasteqîniya Şoreşê nîşan dan
1 tebax, 2019   13:27
HESEKÊ

Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê pêşangeheke şêwekariya du birayan Yasir Hebîb û Hey Hebîb a bi slogan "Orkêş" organize kir. Her du birayan di tabloyên xwe de rasteqînî, hêviya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dan.

Pêşangeh li hola navçeya Meclisa navçeya rojhilatê bajarê Hesekê, ji aliyê Nifûsa Mihmed Xelîl diya şehîd Baran ve û bi beşdariya bi dehan şêniyên kantona Hesekê hate vekirin. Paşê hevseroka komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Heskê axivî û got:"Tabloyên hatine pêşandan, qonaxên Şoreşa me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide. Tişta ku me dixwest ji cîhanê re diyar bikin, em îro di pêşangeha Orkêş de pêşan dikin."

Tabloyên ku hatine pêşandan rewşa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qonaxên avakirina rêveberiyên xweser ên demokratîk û hêzên leşkerî yên ku parastina destkeftiyên hermê yên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, kirin.

Her wiha tabloyan êş û azara ku gelên herêmê di dema êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên de, jiyane nîşan didin.

Têkildarî mijarê şêwekar Hey Hebîb axivî û got:"Di tabloyên xwe de min felsefe û fikrê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbirîn. Her wiha ji ber jin asta civakê û awayê hevgirêdana navbera jin û mêr diyar dike. Tabloyên min felsefeya jina rewşenbîr, xurt û fedekar nîşan dan."

Hebîb diyar kir ku ji ber wî hevgirêdanek di navbera hunera suryanî û rasteqînî de çêkiriye, wî rengekî cuda daye tabloyên xwe, her wiha nêzîkatiyên mirovî, şaristanî û mîratî yên civaka me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan daye.

 Hey Hebîb di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ku wan bi rêya pêşangehê xwestin rastiya bedbîn a ku gelên herêmê tê re derbasbûne û rewşa rasteqîniya Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bikin.

Bernameyê pêşangehê dê heta saet 21.00’ê bidome û dê bi şahiyeka mûzîkê bidawî bibe.

(eh)

ANHA