‘Divê em li hember gefên Tirkiyê bibin yek’

Şêniyên navçeya Til Hemîs di merasîma oxirkirina şehîd Ehmed de gotin: “Pir giringe ku pêkhateyên herêmê li dijî gefên Tirkiyê bibin yek. Ji ber ku gef îradeya gelê herêmê dike armanc.”

‘Divê em li hember gefên Tirkiyê bibin yek’
‘Divê em li hember gefên Tirkiyê bibin yek’
‘Divê em li hember gefên Tirkiyê bibin yek’
‘Divê em li hember gefên Tirkiyê bibin yek’
‘Divê em li hember gefên Tirkiyê bibin yek’
‘Divê em li hember gefên Tirkiyê bibin yek’
‘Divê em li hember gefên Tirkiyê bibin yek’
1 tebax, 2019   13:42
QAMIŞLO

Îro sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û hêzên leşkerî cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Ehmed Ziyab  ku di 30`ê Hezîranê dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bû, ji meclisa malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo wergirtin û ber bi goristana şehîdan Til Hemîs ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, hevserokê meclisa malbatên şehîdan Ehmed El-Ebawî axivî û îşaret bi gefxwarinên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Ehmed wiha got: "Em şer naxwazin, em dixwazin ewlehî li herêmên me pêk bê. Ji bo ku zarokên me jiyan, hezkirin û pêşerojê bibînin. Bêhna gulan li şûna bêhna xwînê bêhn bikin û em destkeftiyên xwe biparêzin."

Her wiha yek ji fermandarên Hêzên Xweparastinê Xalih Şahir soz da şehîdan ku ew ê di rêya şehîdan de bimeşin û destkeftiyên ku bi saya şehîdan pêk hatin, biparêzin.

‘Gefxwarinên Tirkiyê îradeya gelê herêmê dike hedefa xwe’

Fermandar Xalih Şahir daxwaz ji hemû şêniyên herêmê kir ku refên xwe bikin yek û dijî gefxwarinên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin û wiha got: "Gefxwarin îradeya gelê herêmê dike hedefa xwe û em ê li pêşiya wê bin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîs Ehmed El-Ebawî nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" şehîd Ehmed spartin axê

ANHA