Li Reqayê kluba "Platînyom" hat vekirin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Îro bi merasîmekê kluba Platînyom (bihêzkirina beden) a werzîşê li bajarokê Kîsrat ê gundewarên başurê Reqayê vekir.

Li Reqayê kluba "Platînyom" hat vekirin
Li Reqayê kluba "Platînyom" hat vekirin
Li Reqayê kluba "Platînyom" hat vekirin
Li Reqayê kluba "Platînyom" hat vekirin
Li Reqayê kluba "Platînyom" hat vekirin
Li Reqayê kluba "Platînyom" hat vekirin
Li Reqayê kluba "Platînyom" hat vekirin
Li Reqayê kluba "Platînyom" hat vekirin
Li Reqayê kluba "Platînyom" hat vekirin
29 tîrmeh, 2019   15:09
REQA

Komîteya Ciwan û Werzîşê yekemîn kluba xurkirina gewdeyê li bajarokê Kîsrat vekir. Di merasîma vekirinê de endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê, Yekitiya Werzîşê ya Reqayê û gelek kesên ku girîngiyê didin werzîşa coşa bedenî, amade bûn.

Vekirin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre deriyê klubê ji hêla hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê Enwer Ehmed ve hat vekirin. Beşdaran li naverasta klubê giriyan.

Girêdayê mijarê perwerdekarê Platînyomê, Zekeriya El-Elî ji ajansa me ANHA’yê re got: "Ciwana ji çûn û hatina ji gundan ber bi bajarê ve astengî dikişandin. Ji lew re ev klub ji bo werzîşvanên gundewarên başur hat vekirin."

Ji aliyê xwe ve jî hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Enwer Ehmed bi bîr xist ku Yekitiya Werşîzê dê werzîşvanên Reqayê yên di vî warê de kom bike û turnuveyên wê bi rêve bibe da ku beşdarî turnuveyên  li ser astên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Li gor perwerdekar Zekeriya El-Elî aniye ziman ku dê hola coşa bedenî ya jinan li gundewarên başurê Reqayê jî vebe.

(fr)

ANHA