Leşkerên Tirk gule li karkerên di nav zeviyan de reşandin

Leşkerên Tirk li Kobanê gule berdan karkerên di nav zeviyên li nêzî sînor de dixebitîn. Hate zanîn ku karkeran bi zorê canê xwe rizgar kiriye.

Leşkerên Tirk gule li karkerên di nav zeviyan de reşandin
29 tîrmeh, 2019   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Kobanê karkerên ku di navbera gundên Elîşar û Xerîb ê rojhilatê Kobanê de dixebitîn, ji hêla leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve gule lê hatin reşandin.

Çavkaniyan da zanîn ku dema ku karker di nav zeviyan de dixebitîn, leşkeran gule berî wan dan û karkeran di zorê canê xwe xilas kiriye.