Li Girê Spî gefên Tirkiyê hatin şermezarkirin

Çalakiya mertalên zindî li Girê Spî di roja 12`an de didome. Îro şandeyek ji herêmên Firat, Tebqa, Minbic, Reqa û Dêrazorê beşdarî çalakiyê bû û gefên dewleta Tirk ên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Li Girê Spî gefên Tirkiyê hatin şermezarkirin
Li Girê Spî gefên Tirkiyê hatin şermezarkirin
Li Girê Spî gefên Tirkiyê hatin şermezarkirin
Li Girê Spî gefên Tirkiyê hatin şermezarkirin
Li Girê Spî gefên Tirkiyê hatin şermezarkirin
Li Girê Spî gefên Tirkiyê hatin şermezarkirin
Li Girê Spî gefên Tirkiyê hatin şermezarkirin
29 tîrmeh, 2019   12:43
GIRÊ SPÎ

Îro sedan şêniyên herêmên Firat, Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê li bin konê çalakiya mertalên zindî ya li taxa El-Munbetih li bajarê Girê Spî beramberî sînorê Sûriye û Tirkiyê hatiye vedan, li hev kom bûn û nerazîbûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gefên Tirkiyê re diyar kirin.

Li bin kon dirûşmên teqezkirina berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê hatin berzkirin, her wiha bav û dayikên şehîdan li pêşiya kon rûniştin û wêneyên zarokên xwe yên şehîd hildan.

Di çalakiya mertalên zindî de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî Necah Mihemed, endama Kongreya Star û hevseroka Meclisa Zagonsaz a herêma Firatê Fewziyê Ebdî û endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Xaliyê Kejwan axivîn û diyar kir ku gelên herêmê hewldanên dagirkeriya Tirkiyê red dikin.

Her wiha jinan di axaftina xwe de wiha got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Erdogan û partiya wî hewl da alozî û şer li Sûriyê derxin, planên dagirkeriya Tirkiyê û Erdogan armanc dikin ku zilm û bindestiyê li ser gelan belav bikin, her wiha hewl didin derbeyê li îstiqrara herêmê bixin û hemû pîvanên exlaq derbas kirine."

Jinan îşaret bi girîngiya bilindkirina asta têkoşîn û berxwedana li dijî hêzên dagirker kir.

Çalakiya mertalên zindî li Girê Spî didome. Şênî tekez dikin ku ew ranawestin heta ku Tirkiye ji gefên xwe rawestîne.

(jo)

ANHA