Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Besam spartin axê

Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Besam Nimir ê dema bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd bûbû, li goristina şehîdan hate veşartin.

Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Besam spartin axê
Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Besam spartin axê
Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Besam spartin axê
Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Besam spartin axê
Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Besam spartin axê
Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Besam spartin axê
Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Besam spartin axê
Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Besam spartin axê
Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Besam spartin axê
20 tîrmeh, 2019   18:19
MINBIC

Îro sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbic Besam Nimir (Esed Egîdat) ê bi eslê xwe ji bajarê Humisê ji nexweşxaneya Firat wergirtin û bi kerwanekê ber bi goristana şehîdan ketin rê.

Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî pêk hat. Paşê bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê fermandar Ebdilrehman Benawî axivî û wiha got: "Em ser saxiyê ji xwe û malbatên şehîdan re dixwazin."

Benawî got ku ew îro gulekê di parka şehîdan de diçînin, ên ku bi rihê xwe xaka û welat ji terorê rizgar kirin.

Fermandar Ebdilrehman soza şopandina rêyan şehîdan da.

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan Semer El-Casim wiha got: "Şehîd stêrkên ku rêya gelan ronî dikin û gotin têra lehengiya wan nake."

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê serokê Komîteya Karûbarên Olî Elî El-Cemîlî axivî û îşaret bi rola şervanan di parastina ewlehî û aştiya welat de kir.

Elî wiha got: "Em hêza xwe ji şehîdan digrin û jiyaneke hevpar û birûmet dijîn."

Piştî dawîbûna axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Henadî Mihemed nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wê kir.

Cenazeyê şehîd Besam di nav tilîliyên dayîkan de li goristana şehîdan hate veşartin

 (jo)

ANHA