‘Divê hikumeta Başûr û Iraqê helwestên xwe zelal bikin‘

Endamê Partiya Yekîtiya Demokartîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) û berpirsê rêxistina partiyê li Serêkaniyê Idrîs Îso bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir û got: “Helwesta xwe ya li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê zelal bikin.”

‘Divê hikumeta Başûr û Iraqê helwestên xwe zelal bikin‘
19 tîrmeh, 2019   08:11
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê, ku sivîlan dike hedefa xwe bilindtir bûne. Hikumeta Başûrê Kurdistanê, Iraq û civaka navneteweyî bêdeng e, her wiha gelên herêmê û gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê ji van êrîşan bi gazin in.

Derbarê mijarê de, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Kurd li Sûriyê (Yekitî) û berpirsê rêxistina partiyê li herêmê Idrîs Îso ji ANHA`yê re axivî.

Îso wiha got: "Gelek armancên dagirkeriya Tirkiyê ji van êrîşan hene. A girîng  şikandina îradeya gelên herêmê û dagirkirina destekftiyên ku bi saya şehîdan li Başûrê Kurdistanê bidestxistine, ye. Her wiha hebûna Kurd û destkefiyên Kurdan ên li her derê dike armanca xwe. Mînaka herî dawî jî destkeftiyên ku herî dawî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin, e."

Îso diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê her wiha armanc dike ku "Mîsaqa Millî" pêk bîne û gotinên xwe wiha domand: “Ev yek bi rêya daxuyaniya yek ji berpirsên hikumeta AKP`ê hate zelalkirin. Berpirsê AKP’ê daxuyand ku gelek herêmên Bakurê Sûriyê mîna parêzgeha Heleb, Reqa û herêma Cizîrê heta parêzgeha Mûsilê li Iraqê, ew xaka Tirkiyê ye."

Îso bêdengiya Başûrê Kurdistanê û Iraqê ya li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmê şermezar kir.

Îso wiha got: "Tirkiye rastî aloziyeke mezin a aborî tê. Dewleta Tikriyê hewl dide bi rêya hedefgirtina gelê Kurd pirgirêkên xwe yên hundirîn derxe derve."

Idrîs Îso bang li hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku bi hemû rêyan, leşkerî, siyasî û diblomasî êrîşan bidin rawestandin.

(jo/bm)

 ANHA