DYA’yê balafireke Îranê xiste xwarê

DYA‘yê bi îdîaya ku balafireke keşfê ya bê mirov ya Îranê bi ‘awayekî xeternak’ nêzîkî keştiya Amerîka bûye, xistin xwarê.

DYA’yê balafireke Îranê xiste xwarê
18 tîrmeh, 2019   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokê DYA’yê Donald Trump ve hate dayîn, drona Îranê bi qasî navbereke hezar metreyî nêzî keştiya şer a DYA ya USS Boxerê li Tengava Hurmuzê bûye. Trump ragihand ku drona Îranê xistine xwarê.