Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan

Îro bi hezaran şêniyên navçeya Dirbêsiyê û bajarê Hesekê li dijî gefên dewleta Tirk yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya Na na ji dagirkirina Tirk ji herêmên Bakur ş Rojhilatê Sûriyê re meşiyan. Meş ji hêla meclisa navçeya Dirbêsiyê ve hate orgenîzekirin.

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
18 tîrmeh, 2019   19:51
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên navçeya Dirbêsiyê û bajarê Hesekê û gundên girêdayî wê tevî endamên navend û saziyên leşkerî û sivîl ên herêmê li ber parka Şehîd Zevîn kom bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşeran, alên Kongreya Star û PYD`ê rakirin. Her wiha pankartên bi nivîsên bi her du zimanên Kurdî û Ereb Na ji dagirkeriya Tirk re hildan.

Meş ji ber parka Şehîd Zevîn destpê kir û li tevahiya kolanên sereke ya navçeyê ber bi kolana sereke ku dighîne navçeya Serêkaniyê geriya. Şêniyan di meşa xwe de sembolên serkeftinê û dirûşmeyên ku dagirkeriya Tirk şermezar dikin, berxwedana YPG û YPJ`ê silav dikin berz kirin.

Meş di kolana giştî de rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama rêveber a Kongreya Star Zeyneb Murad axivî û gefên Tirkiyê ji bo dagirkirina herêmê şermezar kir.

Zeyneb destnîşan kir ku xaka tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwîna şehîdan hate avadan.

Ji aliyê xwe ve bi navê Meclisa Gel a navçeya Dirbêsiyê Meshûc Hec Mensûr got: "Erdogan piştî ku di hilbijartinan de winda kir, vê carê welatê xwe ber bi tehlûkeyê ve dibe. Ew jî bi rêya gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide aloziya hundirîn derbasî derve bike. Weke gel em şer naxwazin û em aşiqê aştiyê ne. Lê em li hember her gefekê li dijî xaka me bisekinin."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA