Li Dirbêsiyê pêşangeha pirtûkan

Îro pêşangeha pirtûkan a ku Komîteya Perwerdeyê li Meclisa Dirbêsiyê ya kantona Hesekê li dar xistiye, bi pêşandana zêdetirî 2 hezar pirtûkên cur bi cur vebû.

Li Dirbêsiyê pêşangeha pirtûkan
Li Dirbêsiyê pêşangeha pirtûkan
Li Dirbêsiyê pêşangeha pirtûkan
Li Dirbêsiyê pêşangeha pirtûkan
Li Dirbêsiyê pêşangeha pirtûkan
Li Dirbêsiyê pêşangeha pirtûkan
15 tîrmeh, 2019   10:53
HESEKÊ

Pêşangeh bi beşdariya bi dehan rewşenbîr û nivîskarên navçeya Dirbêsiyê û ji wê jî zêdetir bi dehan kesên girîngiyê didin pirtûkan, vebû.

Pêşangeha ku li Navenda Çand û Hunerê li dar ketiye, tê de zêdetirî 2 hezar pirtûkên ji mijarên cur bi cur, roman û çîrokên cîhanî yên bi zimanên erebî û kurdî hene.

Pêşangeh dê 3 rojan bidome.

Di vekirina pêşangehê de hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah axivî û îşaret bi girîngiya xwendina pirtûkan di jiyana kesan de û vekirina derfetên girîngiya li ser mijarên cihêreng di avakirina kesayetê de kir.

(fr)

ANHA