Komên hunerî amadekariyên salvegera 19’ê Tîrmehê dikin

Tîmên hunerî yên girêdayî Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê amadekariyên salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li dergûşa şoreşê li bajarê Kobanê beriya destpêkirina şahiya mezin dikin.

Komên hunerî amadekariyên salvegera 19’ê Tîrmehê dikin
Komên hunerî amadekariyên salvegera 19’ê Tîrmehê dikin
Komên hunerî amadekariyên salvegera 19’ê Tîrmehê dikin
15 tîrmeh, 2019   06:56
KOBANÊ

Beriya çend rojan ji salvegera 7’emîn a şoreşa Rojava, nexasim bajarê Konbanê yê ku bi dergûşa şoreşê tê nasîn, komên stran û govendê yên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê amadekariyên vejandina salvegera şoreşê dikin.

Di vê çarçoveyê de her du tîmên stranan, Koma Botan a ku yek ji tîmên kurdî li Rojava ye Koma Koral amadekariyên pêşkêşkirina stranan dikin.

2 stran ji 5 stranên şoreşgerî yên bi zimanê kurdî yên Koma Botan ên nû ne û endamên tîmê ji mehekê ve wan amade dikin. Her du stran bi navên "Botan" û “Ey şehîd tu çi qas mezin î" ne.

Ji aliyekî din ve jî dê Koma Hîlala Zêrîn a govendê û hunermend helbestvan Ferhad Merdê jî beşdarî şahiyê bibin da ku şahiya 19’ê Tîrmehê ya ku dê li Qada Jina Azad a naverasta bajarê Kobanê bi salvegera xwe ya 7’emîn li dar bikeve, amade bibin.

Her wiha beriya şahiya li Kobanê, gelê Sûriyê yê li Bakur û Rojhilatê welat gelek çalakiyên ku li bajarên dîtir bi boneya salvegera 7’emîn a şoreşê li dar dikevin, pêşwazî dikin.

(fr)

ANHA