Erebistana Siûdî qeyd û bendên der heqê jinan de kêm dike

Piştî pêkanîna biryara rakirina qedexeya rêdana ajokariyê li Erebistana Siûdiyê ji jinan re, tê plankirin ku qeyd û bendên li ser karînên jinan ên rêwîtiya bêyî rêdana malbatê bên kêmkirin.

Erebistana Siûdî qeyd û bendên der heqê jinan de kêm dike
12 tîrmeh, 2019   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayê diyar kir ku Erebistana Siûdî dixwaze zagonên rêwîtiyê yên têkildarî jinan ku temenê wan zêdetirî 18 salan be, biguherîne û jin bikarin bêyî erêkirina malbatê derkevin derveyî welêt.

Desthilata Erebistana Siûdî îsal komîteyeke guhartina zagonên rêwîtiyê erkdar kir. Şêwirmendekî payebilind got di vê salê de dê guhartin di nava qeyd û bendên rêwîtiyê de çêbin.

Tê zanîn ku tevî desthilata Siûdiyê der heqê jinan de gav avêtine, lê ev ji hemû mafên jinan re nabe bersiv, ji ber hêj desthilata Siûdiyê mafên jinan sînordar dike û gelek çalakgerên ku parastina mafên jinan dikin, binçav dike.

(eh)