Di teqîna li Qamişloyê de 12 kes birîndar bûn

Di teqîna li taxa Wistayê ya bajarê Qamişlo de 12 kes birîndar bûn. Rewşa birîndaran baş e.

Di teqîna li Qamişloyê de 12 kes birîndar bûn
Di teqîna li Qamişloyê de 12 kes birîndar bûn
Di teqîna li Qamişloyê de 12 kes birîndar bûn
11 tîrmeh, 2019   16:20
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku ji nexweşxaneyên bajarê Qamişlo hatine girtin de, di teqîna ku îro saet 17:45‘an li taxa Wistayê rûdabû de 12 birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Nûçegihanên me navên birîndaran ji nexweşxaneyan wergirtin. Ji nexweşxaneya El-Rehma Yasîn Loqa û Bersum Hesîn, Semîr Silêman, Samî Îdo, Fehîma Şemûn, Elîza Îsa û birîndarek din navê wî nehat naskirin. Ji nexweşxaneya Dar E-Şîfa; Kurdî Îsa, Dawid Danyal, Josef  Yakûp û ji nexweşxaneya El-Selam Yasmîn Loqa û Gorya Hena.

Li gorî xebatkdarên nexweşxaneyan rewşa hemû birîndaran baş e.

ANHA