Şêniyên herêma Efrînê ji bo şehîd Diyar Xerîb sersaxî xwestin

Îro bi hezaran şêniyên herêma Efrînê berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Diyar Xerîb ku li kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê hatiye vedan.

Şêniyên herêma Efrînê ji bo şehîd Diyar Xerîb sersaxî xwestin
Şêniyên herêma Efrînê ji bo şehîd Diyar Xerîb sersaxî xwestin
Şêniyên herêma Efrînê ji bo şehîd Diyar Xerîb sersaxî xwestin
Şêniyên herêma Efrînê ji bo şehîd Diyar Xerîb sersaxî xwestin
11 tîrmeh, 2019   17:15
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ji bo endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên wî Şahîn û Defran ku di encama bombebarana balefirên dagirkeriya Tirkiyê ser çiyayên Qendîlê de, şehîd bibûn 2 konên sersaxiyê, vedan.

Şêniyên herêma Efrînê bi hemû pêkhateyên herikîn bin konê sersaxiyê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Ehmed û endamê TEV-DEM`ê Zagros Efrîn axivîn û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ên ser Başûrê Kurdistanê û binpêkirinên wê li kantona Efrînê şermezar kirin, her wiha bêdengiya hikumeta Herêma Kurdistanê û hevkariya wê bi dagirkeriya Tirkiyê re şermezar kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bidawî bû.

(jo)

ANHA