28 partiyên kurdî belgeya siyasî ya KNK’ê nivîsiye, nîqaş dikin

28 partiyên siyasî yên Kurd li Buroya Daîreya Têkiliyên Derve ya bajarê Qamişlo rûniştin da ku reşnivîsa siyasî ya ku ji civîna KNK’ê di 4’ê Tîrmehê de derketiyê, nîqaş bikin.

28 partiyên kurdî belgeya siyasî ya KNK’ê nivîsiye, nîqaş dikin
28 partiyên kurdî belgeya siyasî ya KNK’ê nivîsiye, nîqaş dikin
28 partiyên kurdî belgeya siyasî ya KNK’ê nivîsiye, nîqaş dikin
28 partiyên kurdî belgeya siyasî ya KNK’ê nivîsiye, nîqaş dikin
11 tîrmeh, 2019   10:30
QAMIŞLO

Şaxê KNK-Rojava,  di 4’ê Tîrmehê de civînek bi 28 partiyên kurdî re organîze kir. Civîn bi reşnivîsa siyasî ya bi armanca avakirina yekitiya Kurd bi encam bû. Lê belê naveroka wê ji raya giştî nehat ragihandin.

Îro da ku reşnivîsê nîqaş bikin, partiyan rûniştinek li Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.

Nîqaşa partiyan ya îro, tê payîn ku li ser çawaniya avakirina refa kurdî li Rojava ya ku ji bona wê jî komîteya Kongreyê hatibû erkdarkirin da ku têkiliyê bi partiyên kurdî yên li Rojava re pêk bîne, be.

Partî û aliyên siyasî yên ku beşdarî civînê bûne wiha ne; Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD), Kesk a Kurdistanî, Partiya Guhartin a Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Nûjenkirin a Kurdistanê, Partiya Roj a Demokratîk a Sûriyê, Partiya Teaxî ya Kurdistanê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Sûriyê(Yekitî), Partiya El-Wîfaq a Demokratîk a Kurd a Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê, Partiya Demokatîk a Kurd a Sûriyê(El-Partî), Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd a Sûriyê, Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanê, Şepêla  Pêşeroj a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Tevgera Îslah a Sûriyê, Partiya Yekitiya Niştîmanî a Azad, Partiya Azadî a Kurdistanê, Partiya Azadî ya Kurdistanê ya Azad, Partiya Komara Kurdistanê, Partiya Niştîmanî ya Kurdistanê û nûnerên Kongreya Niştîmanî ya Kurdistanê(KNK).

Civîn li pêş çapemeniyê girtî didome. Di dawiya civînê de dê beşdar daxuyaniyekê ji bo raya giştî bidin.

Bi armanca yekkirina refa kurdî û nêrînên partiyên kurdî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi perspektîfa ji KNK’ê de, şaxa KNK’ê ya Rojava civîneke awarte di 1’ê Çileyê de li dar xist ku tê de nîqaş der barê xebat û çawaniya yekkirina nêrînên partiyên kurdî de, hatin kirin.

Weke pêngaveke destpêkê û insîyatîfa niyeta baş, beşdaran biryar stand ku bi Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê re da ku buroyên partiyên ne ruxsetkirî vekin û li rexê jî girtiyan serbest berdin, di nava têkiliyan de bin. Piştre dest bi rêzecivînên xwe yên bi partiyên kurdî kir. Lê hin ji van partiya amade nebûn. Her wiha kongre hewldana xwe ya yekkirina refa kurdî didomîne.

(fr)

ANHA