Îranê dîsa Balekayetî topbaran kir

Rejîma Îranê careke din dest bi topbarana herêma Balekateyetî kir. Ji ber topbaranê di nava şêniyên herêmê de tirs çêbû.

Îranê dîsa Balekayetî topbaran kir
11 tîrmeh, 2019   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewê rejîma Îranê di roje duyemîn de careke din dest bi topbarana herêma Balekateyetî kir. Deverên gundên Wezî, Berdesoran, Alane û Xelane ên ser bi bajaroka Çoman a Hewlêrê tên topbaran kirin.

Ji ber topbaranê koçer vegeriyan gundên xwe.

Duh di topbarana li ser herêma Biradost de jinek ciwan şehîd bibû û 2 kes jî birîndar bibûn.