Çeteyên ku xwestin teqînekê pêk bînin, mirin

Li Taxa Yekê Hezîranê ya bajarê Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ`ê dixwestin bombeyê li ser matorsikilêtê bi cih bikin lê bombeya wan bi wan ve teqiya. Di encama wê de derdû çete mirin.

Çeteyên ku xwestin teqînekê pêk bînin, mirin
11 tîrmeh, 2019   06:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji Rêveberiya Polîsên Kerkûkê ji Rojnewsê re diyar kirin ku, derengiya şevê din li taxa Yekê Hezîranê ya bajarê Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ`ê dixwestin bombeyê li ser matoriskilêtekê bi cih bikin, bombeya wan bi wan ve teqiya. Di encama wê de herdû çete mirin.

Di nûçeya Rojnewsê de têkildarî nasnameya herdû çeteyan tu agahî nehatine zanîn.