Mamosteyên Serêkaniyê êrîşên Tirkiyê yên li ser Başûr şermezar kirin

Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) a Serêkaniyê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û ji dewleta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê daxwaz kir ku ji bêdengiya xwe ya der barê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê derkevin.

Mamosteyên Serêkaniyê êrîşên Tirkiyê yên li ser Başûr şermezar kirin
8 tîrmeh, 2019   11:21
HESEKÊ

Komîteya Perwereyê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) a Serêkaniyê daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re weşand ku êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kir û tekez kir armanca dewleta Tirk ji van êrîşan ew e ku destkeftiyên ku ciwanên herêmê li tevahî parçeyên Kurdistanê bi giştî û Başurê Kurdistanê bi taybet pêk anîne, têk bibe.

Îro danê sibehê bi dehan mamosteyên bajêr û endamên Meclisa Serêkaniyê ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên HPG’ê, alên KPC-D û TEV-DEM’ê rakiribûn, li pêş Navenda Şehîd Roşîn a taxa Ronahî kom bûn û daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla endamê rêveber ê KPC-D’ê yê herêmê Mihemed Haco ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Haco dijminahiya Tirk şermezar kir û wiha got: "Em êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Lê belê mîna van êrîşan nikarin li hember berxwedan û vîna gelê me li ber xwe bidin, lê berovajî wê israr û berxwedanê zêde dikin."

Haco wiha pê de çû: "Em hemû dizanin ku armanc ji êrîşên dewleta Tirk ew e ku destkeftiyên ku ciwanên herêmê li tevahî parçeyên Kurdistanê bi giştî û Başûrê Kurdistanê bi taybet bi dest xistine, têk bibe. Li rexê jî dibe ku şênî û gelên herêmê bibin qurbaniyên van êrîşan."

Di berdewama daxuyaniyê de Haco wiha got: "Li ser vê bingehê, em wek KPC-D bang li tevahî gelên li tevahî parçeyên Kurdistanê dikin ku serî li hember van êrîşên dewleta Tirk hildin û her derê vegerînin qadên berxwedan û serkeftinê."

Di daxuyaniyê de bang li dewleta Iraq û hikumeta Başûrê Kurdistanê hat kirin ku ji bêdengiya der barê van êrîşan de derkevin.

(fr)

ANHA