Hevbendiya Niştimanî: Herêma “ewle” ji bo dagirkeriyê hincetek e

Endama desteya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyê Mûna El-Xelef got: “Pêşinyara  dewleta Tirkiyê ya ji bo herêma “ewle” hincetek e. Armanc ew e ku  serweriya xwe ava bike û herêmê dagir bike.”

Hevbendiya Niştimanî: Herêma “ewle” ji bo dagirkeriyê hincetek e
8 tîrmeh, 2019   05:59
MINBIC – SELWA EBDILREHMAN

Endama desteya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyê Mûna El-Xelef armaca pêşniyara dewleta Tirk a dagirker ya ji bo avakirina herêma “ewle” nirxand.

Mûna diyar kir ku yek ji dewletên herî zêde aloziya Sûriyê kûr dike dewleta Tirk a dagirker e. Mûna got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve rola Tirkiyê neyînî bû. Tirkiyê sînorê xwe ji terorê re vekir û terorîst derbasî Sûriyê kirin."

Mûna gotinên xwe wiha berdewam kir: “Em wek şêniyên herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê, li gorî herêmên din ên Sûriyê di rewşeke ewle de dijîn. Aarmanca me ya sereke avakirina jiyana hevbeş û biratiya gelan di nava hemû pêkhateyan de ye. Dewleta Tirk pêşinyara avakirina herêma “ewle” dike. Daxwaza wê ew e ku serweriya xwe fireh bike û ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bike.”

Mûna tekez kir ku Tirkiye ji bo firehkirina axa xwe li ser hesabê Sûriyê pêşniyara herêma “ewle” dike .

(jo/bm)

ANHA