Artêşa Tirk li ser sînorê Dêrikê du cotkar birîndar kirin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundên Dêrikê du cotkar birîndar kirin.

Artêşa Tirk li ser sînorê Dêrikê du cotkar birîndar kirin
Artêşa Tirk li ser sînorê Dêrikê du cotkar birîndar kirin
Artêşa Tirk li ser sînorê Dêrikê du cotkar birîndar kirin
Artêşa Tirk li ser sînorê Dêrikê du cotkar birîndar kirin
30 hezîran, 2019   16:27
QAMIŞLO

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku cotkarê bi navê Bedran El-Umerî û Fûad Abdullah Yûsif dema zeviyên xwe li gundên Patirzanê yê Dêrikê diçînin ji aliyê leşkerên Tirk ên li ser sînor hatin gulebaradin û birîndarkirin.

Şêniyên gund birîndar rakirin nexweşxaneyên Dêrikê. Bijîşkê nexweşxaneyê Şemûn Şemûn diyar kir ku Fûad di milê xwe de û Bedran di pişta xwe de birîndar bûn, piştî gule li laşên wan hatin derxistin niha rewşa wan aram e.

ANHA