Îsraîll, wezîrekî Filistînê binçav kir

Bi destpêkirina artêşa Îsraîlê ji pêngava serdegirtinên li taxên Qudisê, hêzên Îsraîlê wezîrê QudIsê yê di hikumeta Filistînê de ye, binçav kir.

Îsraîll, wezîrekî Filistînê binçav kir
30 hezîran, 2019   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsya El-Yewm ragihand ku berpirsê Têkiliyên Giştî û Çapemeniya wezareta Qudisê Awed Awed got, hêzên Îsraîlê bi hevkariya istixbaratan  girtin ser mala wezîrê Qudisê ya li taxa El-Sewanê ya bi ser bajarê Qudisê ve, Fadî El-Hadî û wî binçav kirin, paşê ew birin navenda El-Meskûbiyê.

Têkildarî mijarê çavkariyên herêmî diyar kirin  ku leşker û endamên îstixbaratan girtin ser El-Aysewiyê, gelek mal kontrol kirin û geleke ciwan ji malbata Mihemd Semîr Abîd binçav kirin.

Tê zanîn ku Dufa El-Xerbiyê rastî gelek êrîşên di navbera artêşa Îsraîlê û Filistînê tên, ji ber vê yekê li bajarokê Şafad şer derket û di encamê de ciwanên Filistînê trên, istasyona wê bi kevir û monotofan kirin armanc. Di heman demê de jî hêzên Îsraîlê bersiva vê yekê bi top û nepoxan dan.Her wiha navçeyên Qudisê yên kevn û bajarokê Slwan  car caran têde şer çêdibe.

(eh/kc)