Li Qamişloyê pêngava teşwîqkirina ajotina bisikletan

Bi armanca teşwîqkirina zêdekirina bikaranîna bisikletan, Rêxistina Şar a Geşkirinê û Rêxistina Sened a Aştiyê" pêngava ajotina bisikletê organize kir.

28 hezîran, 2019   17:31
QAMIŞLO

3‘yê Hezîrnê Roja Cîhanê ya Bisikletan e. Di vê çarçoveyê de Rêxistina Şar a Geşkirinê û Rêxistina Sened a Aştiyê pêngava ajotina bisikletan li bajarê Qamişlo li dar xist. Bi dehan zarok, ciwan, jin û hezkiriyên werzîşê beşdarî pêngavê bûn.

Pêngava ajotina bisikletan ji çerxerêya Osman Sebirî ya bajarê Qamişlo, heta kolana Munîr Hebîb, Siyahî, Qewetlî dewam kir û li nêzî Stada 12 Adarê rawestiya. Li vir du rêveberên rêxistinê cilên werzîşê li beşdarên pêngavê belav kirin.

Rêvebera pêngavê, Leyla Xelef anî ziman ku armanca pêngavê teşwîqkirina bikaranîna bisikletan e û parastina avhewayê û ewlehiya trafîkê ye.

Diviyabû ku pêngav di 3‘yê Hezîranê de bihata lidarxistin, lê ji ber ket meha Remezanê hate paşxistin.

ANHA