Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
27 hezîran, 2019   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Newroz Uysal, Mazlum Dînç û Serbay Koklu bi armanca biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan, pişti 8 salan yekem car di 2'ê Gulanê, 22’yê Gulanê, 12’ê de û herî dawî jî, di 18’ê Hezîranê de bi Ocalan re hevdîtin kirin.