Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundê Bêloniyê yê Şehbayê topbaran dikin

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê niha gundê Bêloniyê yê kantona Şehbayê topbaran dikin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundê Bêloniyê yê Şehbayê topbaran dikin
26 hezîran, 2019   19:06
ŞEHBA

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li Til Cibrînê yê navçeya Ezazê ne, gundê Bêloniyê yê kantona Şehbayê topbaran dikin. Hejmarek topan li ser malên şêniyan û derdora gund ketine. Lê ti agahiyên girêdayî ziyanên topbaranê nehatine bidestxistin. Topbaran hîna berdewam e.

(şx)

ANHA