Di foruma siyasî ya li Tebqayê de çareseriyên krîza Sûriyê

Rewşenbîr, rûspiyên êlan û endamên saziyên li Tebqayê sedemên zexmbûna aloziya Sûriyê û rêbazên çareseriyên wê, bi rêya foruma siyasî ya bi diruşma"Siyasetên navdewletî û herêmî û rêveçûnên çareseriya krîza Sûriyê" nîqaş kirin.

Di foruma siyasî ya li Tebqayê de çareseriyên krîza Sûriyê
Di foruma siyasî ya li Tebqayê de çareseriyên krîza Sûriyê
Di foruma siyasî ya li Tebqayê de çareseriyên krîza Sûriyê
Di foruma siyasî ya li Tebqayê de çareseriyên krîza Sûriyê
Di foruma siyasî ya li Tebqayê de çareseriyên krîza Sûriyê
Di foruma siyasî ya li Tebqayê de çareseriyên krîza Sûriyê
Di foruma siyasî ya li Tebqayê de çareseriyên krîza Sûriyê
Di foruma siyasî ya li Tebqayê de çareseriyên krîza Sûriyê
Di foruma siyasî ya li Tebqayê de çareseriyên krîza Sûriyê
25 hezîran, 2019   11:25
TEBQA

Partiya Pêşeroj a Sûriyê ya şaxê Tebqayê forumeke siyasî li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi diruşma " Siyasetên navdewletî, herêmî û rêbazên çareseriya krîza Sûriyê" organîze kir. Di forumê de nîqaş der barê aloziya Sûriyê û rêbazên bidawîkirina wê û divê pêşeroja Sûriyê ji ya berê pêşdetir be de, hate nîqaşkirin.

Di forumê de bi dehan rewşenbîr, rûspiyên êlan û endamên saziyên bajarê Tebqayê amade bûn û li ser pêşketinên ku vê dawiyê li herêmê bi rêya rewşa rêxistinî rû dane, siyaset û bûyerên ku çêbûne, pêşniyarkirina nêrîna siyasî û asoyên gihandina çareseriyê di çarçoveya Sûriyê û herêmî de hatin nîqaşkirin.

Axaftina pêşwazîkirinê ji hêla cîgira şaxa Partiya Pêşeroj a Sûriyê ya li Tebqayê Semre Hesen ve destpê kir û dûvre Sekretera Giştî ya partiyê Hevrîn Xelef axivî û tekez kir ku çawa aloziya Sûriyê bûye derfetek ji bo ji nûve xêzkirina nexşeya koalîsyonên herêmê û dengeyên wê bê kirin.

Hevrîn got opozîsyonê li hember rejîma destpot li Dera di 15’ê Adarê de daket qadan û bi wê re jî piranî dewletan çav berdan xêr û bêrên welat da ku armancên xwe pêk bînin û di serî de jî Tirkiyê, Qeter, Îran û Rûsyayê.

Piştre bi navê Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşeroj a Sûriyê Îbrahîm El-Ferec nêrîna partiyê der barê hin çareseriyên aloziya Sûriyê de pêşniyar kirin û wiha domand : "Partî dibîne ku aktîvkirina  biryara navdewletî ya bi jimareya 2254 a ku ji Kongreya Cenêvê 2 der ketiye û ji girîngtirîn bendên wê, destpêkirineke rast a çareserkirina aloziya Sûriyê ye û partî hin xalên bingehîn tekez dike û ev xal jî wiha ne: 

1-Agirbest giştî li tevahî herêmên Sûriyê û hîmên aramî û ewlehiyê jî pêk werin

2-Serbestberdana hemû girtiyan ji tevahî aliyên dijber.

3-Destpêkirina diyaloga niştîmanî Sûrî-Sûrî beyî tu şert an jî destwerdana derve.

4-Bidawîkirina hemû cureyên dagirkeriyên biyanî li Sûriyê di bin kîjan mercan an navî de be bila bibe.

5-Xebata avakirina destûrê tê de hemû pêkhateyên gelê Sûriyê bin.

6-Ji nû ve sazkirina sîstema ewlehî û artêşê li ser bingeha niştîmanî.

7-Pêkanîna hilbijartinên azad bi çavdêriya navdewletî.

8-Garantiya azadiya xebata siyasî û azadiya avakirina partiyan.

9-çareserkirina dosyeya koçberan hem di hundir û hem jî derve de û garantiya vegera welatiyên resen a welatê xwe.

10-Destpêkirina dîtina xebatê bi lihevkirina sûriyan a jinûveavakirin û tawîzkirina kesên zirar ji şer dîtine.

Di  dawiyê de jî, deriyê nîqaşê li ser gelek aliyan hat vekirin û di nava nîqaşan de, pêwîstiya beşdarbûna Partiya Pêşeroj a Sûriyê di Kongreya Cenêvê de ye hate dîtin.

(fr)

ANHA