Şêwekarên pêşengeha "Xetên Windayî" hatin xelatkirin

Di roja dawî ya pêşengeha "Xetên Windayî"  de şêwekarên pênşengehê hatin xelatkirin.

Şêwekarên pêşengeha "Xetên Windayî" hatin xelatkirin
Şêwekarên pêşengeha "Xetên Windayî" hatin xelatkirin
Şêwekarên pêşengeha "Xetên Windayî" hatin xelatkirin
18 hezîran, 2019   16:07
KOBANÊ

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi navê "Xetên Windayî" pêşengeheke wênesaziyan vekir. Di pêşengehê de 50 tabloyên 8 şêwekarên ku derbasî dewreya perwerdeya wênesaziyê bûbûn, hatin pêşandan.

Di çalakiyên 3 rojên pêşengehê de, endamên saziyan û şêniyên bajarê Kobanê serdana pêşengehê kirin û wêneyên hatibûn pêşandan, dîtin.

8 şêwekaran 5 mehan perwerde bûn û tabloyên ku di pêşengehê de hatin pêşandan, neqişandin, di tabloyan de kesayetên cîhanî mîna Charlie Chaplin û Einstein û gelek wêneyên din ku piraniya wan bi pênûsa risas hatibû neqişandin.

Di roja sêyemîn û dawî ji çalakiyên pêşengehê, komîteya amadekar şêwekar xelat kirin.

(jo)

ANHA