Şewata ku bi zeviyên du gundên Tirbespiyê ketibû hat vemirandin

Îro di saetên nîvor de agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên navçeya Tirbespiyê ket. Tîmên agirkujiyê û komîteyên awarte berê xwe dan cihê bûyerê û agirê ku bi gundên Meşûqa û Girbekêl ketibû, vemirandin. Lê agirê li gundê Xuşêniyê û Elî Bedrane hîn pêketiye.

Şewata ku bi zeviyên du gundên Tirbespiyê ketibû hat vemirandin
Şewata ku bi zeviyên du gundên Tirbespiyê ketibû hat vemirandin
Şewata ku bi zeviyên du gundên Tirbespiyê ketibû hat vemirandin
Şewata ku bi zeviyên du gundên Tirbespiyê ketibû hat vemirandin
18 hezîran, 2019   12:46
QAMIŞLO

Nûçegihanê me ragihand ku agir bi zeviyên gundê Girbikêl pêket û ber bi gundê Maşûqê ve çû. Ji ber hewaya zêde şewat ber bi zeviyên gundê Xuşêniyê û Elî Bedran ve çû. Tîmên agirkujiyê, komîteyên awarte û şêniyan berê xwe dan cihê bûyerê da ku şewatê vemrînin.

Li gorî nûçegihanê me ku tîmên agirkujiyê şewata li gundê Meşûq û Girbikêl vemirandine, lê hewildana vemirandina agirê li gundê Xuşêniyê û Elî Bedrane dewam dike.

(bx/kc)

ANHA