ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.06.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.06.2019
18 hezîran, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Li gundê Qere Qozaqê yê li başûrê bajarê Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyê li dijî Başûrê Kurdistanê û binpêkirinên wê li Efrînê çalakiyek tê orgenîzekirin, saet 18:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên girêdayî wê cenzayên şehîd Hêvîdar Pîroz, Salih Mihemed, Mezên El-Abdullah û Eymen El-Zeyab li Goristana Şehîd Xebat oxir dikin, saet 16:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Navenda Firatê ya lêkolînan di kongreyek çapemeniyê de encamên ankêta xwe girêdayî sîstema Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li navenda xwe li bajarê Qamişlo eşkere dike, saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gelek şandeyên  Rojavayî serdana herêmên Rêveberiya Xweser kirin û dosyayên girêdayî geşedanên li herêmê nîqaş kirin. Şandeyan piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser re di prosesa siyasî de û avakirina  dadgehek navdewletî ji  bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê rave kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê anîn ziman ku kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî xwaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî qanûnên navdewlî û pîvanên olî ne û bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî van binpêkirinan şermezar kirin. .(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dengê bombebaranê bihîst lê tenê dît ku dûman li her derê ye, piştra reviya zarokên xwe derbasî mal bike, lê yê din nikaribû apê xwe ku parçe lêketibû, rizgar bike. Ev dîmenên rojan e ku şêniyên Efrînê yên li bajarokê Til Rifetê dijîn ne .(BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

-Akademisyan û lêkolînerê kar û barên Tirkiyê û serokê navenda lêkolînên stratejîk a Beyrûtê Dr.Mihemed Nûrdîn got Rejîma Sûriyê ji dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re ne razî ye lê mecbûr e helwesta Rûsyayê di ber çavan re derbas bike. Nûrdîn destnîşan kir ku bûyerên ku li herêmên bêçek rû didin, tenê gengeşî ne, di cihê xwe de dimînin û nabin şerek eşkere, vekirî û giştî di navbera her du aliyan de.(BI WÊNE)

ANALÎZ

-Xwîna Sûrî êdî girêdayî berjewendiyên hêzên ku mudexleya Sûriyê dikine, mîna rewşa parzêgeha Idlibê ya ku bûye qada diyarkirina berjewendiyên stratejîk di navbera Rûsya, Tirkiyê û Amerîkayê de û şerên wê bi îşaretekê ji wan dewletan destpê dikin.

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê bi armanca geşpêdana behreyan û vejandina çanda Erebî li herêmê, navendek li bajarokê Ceza vedike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji liba petat dest bi hunera xwe dike piştre dibe şêwekarek jêhatî. Mohra xwe li Efrînê dide û çeteyan berhemên wî dişkînin. Dibêje ew hunermendê welêt e û hewl dide dîroka Kurdistanê belge bike. Gelek peykerên kesayetên dîrokî yên şarîstaniyan çêkirine.(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şitilgeha Newroz a ji aliyê dayika Xedice vet ê birêve birin, bûye meqseda gelek kesên ji derverên cûda yên Sûriyê ye. Berhemên vê şitilgehê li her deverê tê dîtin.

-Hevserokê Komîteya Çandiniyê yê navçeya Şedadê Xezîf El-Dexîm da zanîn ku kêmbûna patozan li navçeyê mewsima çandiniyê dereng dixe û got: “Zexta li ser navendên pêşwazîkirinê li Hesekê, nirxê veguhestinê li ser cotkaran zêdetir dike.” Cotkaran jî ji rêveberiyê xwestin ku 47 depoyan vebikin da ku buhaya wan ê veguhestinê kêm bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya dibistanan a kantona Kobanê dest bi çalakiyên sererastkirin û amadekirina dibistanên li bajêr û gundan kiriye. Her wiha planek ji bo xwendina sala 2019-2020’an danî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA